Li ser sînorê Efrîn'ê sewqiyata leşkerî

Karwaneke leşkerî ya artêşa Tirkiyê gihîşt bajarê Kilîsê û ber bi sînorê Sûriyê ve bi rê ket.

15 Tîrmeh 2017 - 04:06
15 Tîrmeh 2017 - 04:06
 0
Li ser sînorê Efrîn'ê sewqiyata leşkerî
Arşiv

Li gor nûçeya dawî ya medya Tirkiyê, karwaneke leşkerî ya artêşa Tirkiyê ku ji wesayîtên leşkerî û leşkeran pêk tê gihîşt bajarê hevsînorê Efrînê, Kilîsê û ji wir jî ber bi sînorê Sûriyê ve bi rê ket.

Hat zanîn ku di nav navgînên leşkerî yên ber bi sînorê Sûriyê têne veguhestin de, 7 topên obus, tank, barhilgir û personelên leşkerî hene.

Hat ragihandin ku ew karwana leşkerî derengiya şevê gihîştiye bajarê Kilîsê û ji wir jî ber bi sînorê Efrînê ve ku di bin kontrola hêzên Kurd de ye bi rê ketiye.

Ev nûçe bi tevahî 1746 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:54:03