Li Sêrtê teqîn: 2 zarok birîndar bûn

Di şewata ku li navçeya Perwarî ya Sêrtê li derketiye de, teqemeniya ku li erdê bû teqiya, 2 zarok birîndar bûn.

3 Tebax 2023 - 02:37
3 Tebax 2023 - 02:37
 0
Li Sêrtê teqîn: 2 zarok birîndar bûn

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin, Ji ber sedemeke ku nayê zanîn şewat li gundê Gurzova ya navçeya Perwarî ya Sêrtê derket û teqemeniyek ku li erdê bû, teqiya.

Hat ragihandin, di şewatê de du zarokên ku xwişk û bira ne, Ûgûr Yildiz (7 salî) û Îsmaîl Yildiz (14 salî) birîndar bûn.

Piştî bûyerê tîmên tenduristiyê û cendirmeyan gihîştin cihê bûyerê kirin, zarokên birîndar rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Li bajarên Bakurê Kurdistanê gelek caran teqemenî û bermayiyên şer diteqin û dibin sedema mirin û birîndarbûna zarokan.

Ev nûçe bi tevahî 985 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:23:21