Li Sêwasê bûyera trafîkê: 4 kes mirin

Li parêzgeha Sêwasê ya Bakurê Kurdistanê minibuseke veguhestina rêwiyan û barhilgirekê li hev dan û li gor zanyariyên destpêkê di encam de 4 kes mirin û hejmareke zêde ya birîndar heye.

29 Gulan 2023 - 04:18
29 Gulan 2023 - 04:18
 0
Li Sêwasê bûyera trafîkê: 4 kes mirin

Li gor agahiyan îro Duşemê 29ê Gulana 2023an li parêzgeha Sêwasê minibuseke veguhestina rêwiyan ku girêdayî kompanya Kangal Seyahatê ye li ser rêya Sêwasê û Meletiyê li barhilgirekê qalibiye û di encamê de 4 kesan canê xwe ji dest dane û li gor zanyariyên destpêkê hejmareke zêde ya birîndar heye.

Li ser agahdarkirinê tîmên AFAD, polîs û tenduristiyê çûne cihê bûyerê û midexaleya destpêkê hatiye kirin.

Li gor zanyariyên destpêkê hejmareke zêde ya rêwiyan birîndar bûne.

Ev nûçe bi tevahî 1091 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:19:23