Li Şêxanê 3 kes hatin kuştin

Li bajarokê Baedrê yê qezaya Şêxanê ya Dihokê 3 kes bi çekan hatin kuştin û kesek jî birîndar bû.

2 Gulan 2026 - 10:38
2 Gulan 2026 - 10:38
 0
Li Şêxanê 3 kes hatin kuştin

Birîvebirê Nahiyeya Baedrê Rêzan Mîrza Beg ji ajansa Rûdawê re got, "Di bûyera li gundê Êsiyanê de 3 kes hatine kuştin û kesek jî birîndar bûye."

Hûrgiliyên bûyerê

Nûçegihanê Rûdawê Nayîf Remezan li ser hûrgiliyên bûyerê ragihand ku ji wan 3 kesên ku hatine kuştin, kesek kujerê her du kesên din e.

Li gorî agahiyên nûçegihanê Rûdawê, sedema bûyerê pirsgirêkeke civakî bûye.

Kujerê bi navê E. A. nû ji Almanyayê vegeriyaye.

Wî berê jî ew agahdar kirine ku ew dê vegere û karekî bi vî rengî bike.

Nasnameyên kuştiyan

Nûçegihanê Rûdawê eşkere kir ku kuştiyek bi navê Selam Bedel e û kêxweyê (muxtar) gund e.

Kesa din jî bi navê Xumre Hecî ye ku meta kujer e.

 

Ev nûçe bi tevahî 67 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:18:59