Li Silêmanî û Helebceyê operasyona li dijî DAIŞê: 22 tohmetbar hatin desteserkirin

Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê ragihand ku wan komeke çekdar a DAIŞê hilweşandiye û 22 tohmetbar desteser kirine.

6 Cotmeh 2026 - 11:03
6 Cotmeh 2026 - 11:03
 0
Li Silêmanî û Helebceyê operasyona li dijî DAIŞê: 22 tohmetbar hatin desteserkirin

Birêvebiriya Giştî ya Operasyonên Asayîşê da zanîn ku wan li ser bingeha zanyariyên îstixbaratê û bi hevkariya Asayîşa Parêzgeha Helebceyê, 22 tohmetbar li parêzgehên Silêmanî û Helebceyê desteser kirine.

Li gorî daxuyaniya Asayîşa Herêma Kurdistanê, operasyon di rojên 8-12ê Îlonê de û di maweyê 96 demjimêran de hatiye kirin.

Operasyon bi hevahengiya Birêvebiriya Asayîşa Parêzgeha Helebceyê li Silêmanî, Helebce, Pêncwîn, Xurmal û Sîrwanê hatiye lidarxistin û 22 tohmetbar hatine desteserkirin.

Planên koma DAIŞê çi bûn?

Dezgeha Asayîşê eşkere kir ku planên "çekdarên DAIŞê - Ketîbeya 5an a ser bi Wîlayeta Kurdistanê" bi vî rengî bûn:

- Xwerêxistinkirin û wergirtina beyetê ji endamên komê.

- Danîna bombeyan û pêkanîna teqînan li nav parêzgeha Helebceyê.

- Çavdêrîkirin û êrişkirina li hêzên ewlehiyê di dema rahênanên bi çekên giran û nîvgiran de.

- Avakirina "emîrtiyek" li herêmên Hewraman an Şarezûrê.

- Girêdana peywendiyên şaneyên razayî yên DAIŞê yên li Kurdistan û Îraqê bi terorîstên li derve re.

- Komkirina pereyan ji bo kirîna çekan.

Çek û kel û pelên ku hatine desteserkirin

Ew çek û kel û pelên leşkerî yên ku dest li ser wan hatiye danîn ev in:

Çekekî cureyê RPGyê, 3 gule û 5 heşwe (barût).

Guleyeke hawanê.

6 bombeyên destan.

6 çekên kilaşnîkovê, 13 cercûr û 300 fîşek.

2 demançe û 100 fîşek.

Kamerayeke çavdêriyê.

Dûrbîneke leşkerî.

Cilûberg û kel û pelên leşkerî.

Tohmetbar li gorî Madeya 2yan a Yasaya Terorê hatine girtin û lêpirsîna li ser dosyayê didome.

 

 

Ev nûçe bi tevahî 79 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:09:11