Li Silêmaniyê şerekî dijwar: Li derdora Lalezarê pevçûn e û li Debaşanê dron ketin xwarê
Li nêzîkî cihê mala Lahûr Şêx Cengî şerekî dijwar derket û agir bi avahiyekê ket li Debaşanê ku cihê mala Bafil Talebanî ye, çend dron ketine xwarê.

Hêzên ewlehiyê dixwazin Serokê Bereya Gel Lahûr Şêx Cengî li ser biryara desteserkirinê xwe radest bike lê ew vê yekê red dike.
Li gorî agahiyên Rûdawê, derdora saet 03:30ê berbanga îro li nêzîkî avahiya Lalezarê ya Silêmaniyê ku cihê mala Lahûr Şêx Cengî ye şer dest pê kir.
Nûçegihanê Rûdawê Pêşewa Bextiyar ragihand ku dengê çekên cûreyên BKC, doşka û keleşnîkov û çend cûreyên din ên çekên navîn û heta yên giran jî tên bihîstin.
Li aliyê din, heta niha çend dron li Debaşanê ku mala Serokê YNKyê Bafil Talebanî lê ye ketine xwarê.
Li gorî agahiyên destpêkê, gelek kes birîndar bûne û behsa kuştina çend kesan jî tê kirin lê ev agahî hîn nehatine piştrastkirin.
Nûçegihanê Rûdawê Erkan Elî diyar kir ku şer piştî peyama vîdeoyî ya Lahûr Şêx Cengî dest pê kir.
Lahûr Şêx Cengî red kir ku xwe radest bike û got, "Ez li ser banî me. Wan biraderan biryar daye ku êriş bikin.
Dibe ku ev peyama min a dawî be ji bo xelkê Herêma Kurdistanê. Em li ser piyan rawestiyane û em dê li ser pêyan jî bimirin."
"Bi tankan li me didin"
Serokê Bereya Gel Lahûr Şêx Cengî nêzîkî nîv saetê piştî destpêkirina şer, peyameke din belav kir got:
"Li ber çavên hemû dinyayê bi tankan li me didin. Mixabin ku hikûmet bêdeng bû. Hemû alî bêdeng bûn. Piştî me dora her kesî ye."
Dadgeha Silêmaniyê doh biryara desteserkirina Lahûr Şêx Cengî dabû.
Birêvebirê Polîsê Silêmaniyê Aram Mihemed Salih ji ajansa Rûdawê re ragihandibû ku biryara desteserkirinê ji aliyê Dadgeha Lêkolînê ya Asayîşa Silêmaniyê ve û li gorî Madeya 56an a Yasaya Cezayan a Îraqê hatiye derxistin.
Aram Mihemed Salih behsa naveroka madeya 56an jî kir û got, "Madeya 56an a Yasaya Cezayan a Îraqê, bi wê yekê ve girêdayî ye ku komek kes li hev dicivin û ji bo pêkanîna tawanekê an jî çend tawanan li hev dikin.
Eger tawana ku li ser li hev kirine tawaneke mezin be, cezayê wê heta 7 salan zindanîkirin e.
Eger tawan sivik be û di yasayê de ji bo wê rewşê cezayekî girantir nehatibe diyarkirin, cezayê wê heta 2 salan girtin e yan jî dayîna cezayê pereyan e ku ji 125 hezarî derbas nabe."
Nûvekirina herî dawî: 14:30:53