Li Sine û Ormiyê du jin hatin bidarvekirin

Li girtîgehên Ormiye û Sine du girtiyên jin hatin bidarvekirin.

27 Tîrmeh 2022 - 08:50
27 Tîrmeh 2022 - 08:50
 0
Li Sine û Ormiyê du jin hatin bidarvekirin

Malpera mafên mirov ya Hengaw ragehandiye, îro danê sibê li girtîgeha Ormiyê girtiyeka jin bi navê Feranek Beheştî hat bidarvekirin.

Feranek Beheştî xelka bajarokê Tîkab yê Rojhilatê Kurdistanê û 5 sal berê bi tohmeta kuştina zilamê xwe hatibû girtin.

Li girtîgeha Sine jî girtiyeka jin bi navê Suheyla Abidî hat bidarvekirin.

Suheyla Abidî jî 8 sal berê bi tohmeta kuştina zilamê xwe hatibû girtin. Suheyla xelka bajarokê Bîcar li parêzgeha Sine bû.

Ev nûçe bi tevahî 922 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:14:54