Li Şingalê mayî teqiya! pêşmergeyên birîndar hene

Li navçeya Şingalê nehiya Rabîe gundê Ereb liser rêya Şeîlan di dema derbasbûna otomobîla pêşmergeyan de bombeyeke vedayî teqiya û di encamê de 6 pêşmerge birîndar bûn.

5 Îlon 2017 - 06:32
5 Îlon 2017 - 06:32
 0
Li Şingalê mayî teqiya! pêşmergeyên birîndar hene
Arşiv

Îro demjimêr 09:00ê danê sibê (05-09-2017), li ser riya gundê Mişêrifê ya Şingalê, bombeyek bi otomobîla pêşmergeyên Fewca Koço de teqiya.

Li gorî agahiyan di dest da encamê de 6 pêşmerge birîndar bûn. Zanyariyan li Şingalê dan zanîn, ku birîna 2 pêşmergeyan giran e û 4 pêşmerge jî bi sivîkî birîndar in.

Tê gotin ku li ser bûyerê dest bi lêkolînê hatiye kirin.

Ev nûçe bi tevahî 1576 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:33:55