Parlamenterê Êzîdî yê Kurdistanê jibo piştgiriya referandom û serxwebûna Kurdistanê klîbek amade kir

Parlamenterekî Êzîdî yê Kurdistanê Vîdyo kilîbek li ser referandoma serxwebûna Herêma Kurdistana Iraqê amadekir.

5 Îlon 2017 - 07:03
5 Îlon 2017 - 07:03
 0

Parlamenterê Êzîdî Şêx Şamo kilîbek bi navê “Rîfrandom” bo piştevanîkirina referandoma serxwebûna Kurdistanê çêkir.

Parêzer Nêçîrvan Şêx Şamo li ser wê kilîbê ji BasNewsê re axifî û got, têksta wê stranê ji aliyê parlamenter Şêx Şamo ve hatiye nivîsandin, awaza wê jî awazeka gelêrî ya devera Şingalê ye. Stran ji aliyê 6 hunermendên Êzîdî û koma hunerî ya Şarya ve hatiye gotin. Produsertiya (çêkirin) kilîbê jî ji aliyê Şêx Şamo ve hatiye kirin.

Nêçîrvan Şêx Şamo her wiha got, em dixwazin bi vê stran û kilîbê bêjin ku tenê bi damezirandina dewleta Kurdistanê êş û zilma li ser êzîdiyan xilas dibe her wiha em dixwazin vê peyamekê bidin wan kesên ku dixwazin Şingalê ji Kurdistanê veqetînin û ji wan re bêjin ku êzîdî xwedanê Kurdistanê ne.