Li Şingalê otomobîleke PKK'ê hat armanckirin

Di encama êrîşa firokeya bêfirokevan a Tirkiyê de bo ser otomobîla berpirsekî çekdarên PKKê, du kes hatin kuştin û kesek jî birîndar bû.

19 Cotmeh 2022 - 02:21
19 Cotmeh 2022 - 02:21
 0
Li Şingalê otomobîleke PKK'ê hat armanckirin

Li gor zanyariyên Dije Terora Kurdistanê, îşev 18ê Cotmeha 2022yan, di demjimêr 20:20 xulekan de, firokeya bêfirokevan a artêşa Tirkiyê otomobîla berpirsekî çekdarên PKKê li taxa Şehîdan a li navenda qezaya Şingalê kire armanc

Her wiha hat ragihandin ku di encamê de berpirsê PKKê û çekdarek jiyana xwe ji dest daye û çekdarekî din jî birîndar bû.

Ev nûçe bi tevahî 1220 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:39:05