Li Şino 26 hespên kolberên kurd ji aliyê pasdaran ve hatin kuştin

Li gorî agahiyên malpera kurdî ya bi navê “Hengaw”, ku nûçe û agahiyên Rojhilatê Kurdistanê belav dike, pêr bi şev li nêzîkî gundê Mendal yê Şino, komek kolberên kurd ketin kemîna pasdarên Îranê.

11 Avrêl 2017 - 12:46
11 Avrêl 2017 - 12:46
 0
Li Şino 26 hespên kolberên kurd ji aliyê pasdaran ve hatin kuştin

Li devera Şino ya Rojhilatê Kurdistanê, pasdarên Îranê bi dehan hespên kolberên belengaz kuştin.

Li gorî agahiyên malpera kurdî ya bi navê “Hengaw”, ku nûçe û agahiyên Rojhilatê Kurdistanê belav dike, pêr bi şev li nêzîkî gundê Mendal yê Şino, komek kolberên kurd ketin kemîna pasdarên Îranê.

Li gorî agahiyan, piştî ku pasdaran teqe li kolberan kirin kolber neçar hespên xwe bihêlin û birevin. Ji ber wê jî pasdaran hêrsa xwe serê hespan de vala kirin û 26 hesp kuştin.

Hat gotin ku li ser pişta wan hespan ti bar nebûn.

Ev nûçe bi tevahî 2194 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:51:05