Li sînorê Silêmaniyê dronekê otomobîlek kir armanc

Li gorî şahidhalan, 2 çekdarên PKKê di otomobîlê de bûn

1 Tebax 2022 - 06:59
1 Tebax 2022 - 06:59
 0
Li sînorê Silêmaniyê dronekê otomobîlek kir armanc

Otomobîlek li ser riya Ranya – Çarqurne li nêzîkî bajêr ji aliyê dronekê ve hat armanckirin.

Li gor zanyariyên destpêkê, 2 kes di otomobîlê de bûn, yek ji wan birîndar bûye û ji bo nexweşxaneya Ranyayê hatiye veguhastin û kesê din jî çarenivîsa wî ne diyar e.

Şahidhalekî ji peyamnêrê me gotiye, ew kesên di nava otomobîlê de, çekdarên PKKê bûn.

Di dema borî de, çendîn car in berpirs û çekdarên PKKê li binarê çiyayê Qendîlê, Silêmaniyê û derdora Ranyayê hatine armanckirin.

Ev nûçe bi tevahî 888 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:43:39