Li Şirnexê êrîşa bi çekan: Kuştî û brîndar hene

Li navçeya Cizîrê ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê ji otomobîlekê êrîşa bi çekan çêbû û di encam de kesek hat kuştin û kesek jî birîndar bû.

21 Gulan 2022 - 04:02
21 Gulan 2022 - 04:02
 0
Li Şirnexê êrîşa bi çekan: Kuştî û brîndar hene

Li navçeya Cizîrê ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê ji otomobîlekê êrîşa bi çekan çêbû û di encam de kesek hat kuştin û kesek jî birîndar bû.

Li gor agahiyan li kolana Nisêbînê ya navenda Cizîrê nêzîka îstasyona benzînê ji otomobîleke ku pîlaqeya wê nehatiye zanîn êrîşeke bi çekan çêbû û di encam de kesê bi navê Nizamettin Kalkan canê xwe ji dest da û Asim Demir jî birîndar bûye.

Herwiha li gor agahiyan kesê hatiye kuştin Nizamettin Kalkan xwediyê pêşangeha otomobîlan e û li Nexweşxaneya Dewletê a Cizîrê ligel hemû midexaleyan canê xwe ji dest daye û birîndarê din jî li heman nexweşxaneyê tê dermankirin.

Hatiye ragihandin ku tîmên polîsan bo girtina kesên êrîşkar kar û xebatên xwe berdewam dikin.

Ev nûçe bi tevahî 992 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:55:34