Li Rihayê 3 polîs birîndar bûn

3 polîs birîndar bûn û 10 welatî jî hatin desteserkirin.

21 Gulan 2022 - 03:56
21 Gulan 2022 - 03:56
 0
Li Rihayê 3 polîs birîndar bûn

Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, di navbera xwediyê şahiyekê û polîsan de alozî derket û di encam de 3 polîs birîndar bûn û 10 kes jî hatin desteserkirin.

Li Taxa Devteşti ya Rihayê derengê şevê ku şahî dihat kirin, hinek cîranên ji deng aciz bûn polîs agahdar kirin. Polîs çûn cihê şahiyê û ji malbatê xwest ku şahiyê bi dawî bikin, lê xwediyên dawetê û kesûkarên wan dijî biryara polîs derketin û di navbera wan de alozî û şer çêbû.

Di encama bûyerê de 3 polîs birîndar bûn û 10 welatî jî hatin desteserkirin.

Herwiha hat ragihandin kesên desteserkirî bo Rêveberiya Ewlekariyê ya Rihayê hatin birin.

Ev nûçe bi tevahî 643 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:15:11