Li Şirnexê mînîbus wergeriya: 8 kes birîndar bûn

Li navçeya Qilabanê ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê mînîbuseke rêwiyan wergeriya û di encamê de 8 kes birîndar bûn.

18 Avrêl 2023 - 04:54
18 Avrêl 2023 - 04:54
 0
Li Şirnexê mînîbus wergeriya: 8 kes birîndar bûn

Li gor agahiyan li nêzîkî gundê Mêrgê ser bi navçeya Qilabanê ya Şirnexê mînîbuseke rêwiyan ji rê derdikeve û li lewheya tirafîkê dide û piştre werdigere.

Di encamê wê qezayê de di encamê de şofêr jî di nav de 8 kesa birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û cendirme bo cihê bûyerê hatine şandin.

Birîndar ji mînîbusê hatine derxistin û bo nexweşxaneyên Qilaban û Şirnexê hatine veguhestin. Tê gotin ku rewşa birîndaran baş e.

Ev nûçe bi tevahî 459 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:14:05