Li Soranê balafirên Koalîsyonê dronek xist

23 Avrêl 2026 - 09:55
23 Avrêl 2026 - 09:55
 0
Li Soranê balafirên Koalîsyonê dronek xist

Serperiştiyarê Îdareya Serbixwe ya Soranê Helgurd Şêx Necîb li ser mijarê ji ajansa Rûdawê re axivî.

Helgurd Şêx Necîb got, "Di navbera demjimêr 10:30 û 11:00ên şevê de, dron li asmanê Soranê hatin dîtin."

Helgurd Şêx Necîb li ser cihê rûdana bûyerê jî agahî dan û diyar kir:

"Ew dron li nêzîkî navçeya Berzêweyê ji aliyê balafirên şer ên Kolaîsyonê ve hat têkşikandin."

Bîlançoya êrişan

Li gorî amaran, ji 28ê Sibatê ve bi 732 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.

Di encama van êrişan de 21 kesan canê xwe ji dest daye û 99 kes jî birîndar bûne.

 

Ev nûçe bi tevahî 46 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:36:50