HAK-PAR: Em Salvegera 128. ya Rojnamegerıya Kurdî Pîroz Dıkın

22 Avrêl 2026 - 13:26
22 Avrêl 2026 - 13:26
 0
HAK-PAR: Em Salvegera 128. ya Rojnamegerıya Kurdî Pîroz Dıkın

Îro 22yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî ye.

Rojnameya kurdî ya yekem ’’Kurdistan’’ di sala 1898an, ango 128 sal beriya niha li Qahîreya paytexta Misirê, ji aliyê rewşenbîrê Kurd Miqdad Mîdhed Bedirxan hate derxistin.

Roja derçûna yekem ya rojnameya kurdan 22ê nîsanê, ji sala 1973 heta nuha wek ’’Roja Rojnamegeriya Kurdî’’ li çar alî Kurdistanê û li derveyî welat tê pîroz kirin.

Rojnamê di rewşên pir dijwar da, di bin zext û astengîyên mezin da karibû 31 yek hejmar derkeve. Di rojnamegeriya kurdî da destpêkeka pîroz, mîrateke rûmetbilind e.

Piştra bi sedan, bi hezaran kovar û rojnameyên kurdî derçûne. Herçend zimanekî qedexekirî bû jî kurdî di warê nivîsandinê da gihîştiye asteke bilin û hevçax.

Îro bi sedan weşanên kurdî, bi dehan TV-yên di hemû zaravayên kurdî da weşanê dikin. Bi hezaran nivîskar, rojnamevan û nûçegihanên me di rêça rojnameya ’’Kurdistan’’ û Miqdad Mîdhed Bedirxan da li ser kar in.

Em wekî HAK-PAR salvegera 128’emîn a rojnamegeriya Kurdî û rojnamevanên me pîroz dikin.

Buroya Çapemenî ya HAK-PARê

Ev nûçe bi tevahî 21 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:28:37