Li şûna qeymeqamê Kurd, kesekî tirkmenê şîe hat tayînkirin

Li Xurmatûyê li şûna qeymeqamê Kurd, kesekî Tirkmen ê Şîe ku di nav Heşda Şeibî de kar dike,î weke qeymeqam hat destnîşankirin.

19 Çile 2018 - 11:00
19 Çile 2018 - 11:00
 0
Li şûna qeymeqamê Kurd, kesekî tirkmenê şîe hat tayînkirin

Meclîsa Xurmatûyê bêyî endamên Kurd kom bû ku berî niha meclîsa ji 21 endaman pêk dihat di navbera Kurd, Ereb û tirkmenan de hatibû dabeşkirin. Civîna meclîsa bajêr a Xurmatûyê bi beşdarbûna 11 endaman Qeymeqamê Kurd Şelal Abdûl ji kar hat dûrxistin. Li Şûna Abdûl jî kesekî tirkmen ê bi navê Hasan Zeynel El Abîdîn weke qeymeqamê Xurmatûyê hat hilbijartin. Ev kesê tirkmen di nav Lîwsyên Bedîr ên girêdayî Heşda Şeibî de cih digire.

Tê ragihandin ku ev biryara meclîsa Xurmatûyê ku bêyî beşdarbûna endamên Kurd pêk hatiye ne yasayî ye û Kurd vê wê biryarê bibin Dadgeha Federal a Iraqê.

Ev nûçe bi tevahî 1429 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:14:47