Li Venezuelayê du erdhejên bihêz rû dan: Gelek qurbanî hene

Piştî ku du erdhejên dijwar ên ku li pey hev rû dan û bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan, hikûmeta Venezuelayê li seranserê welat "rewşa awarte" ragihand.

25 Hezîran 2026 - 10:27
25 Hezîran 2026 - 10:27
 0
Li Venezuelayê du erdhejên bihêz rû dan: Gelek qurbanî hene

Li gorî Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS), du erdhejên bi hêza 7.2 û 7.5 di nava kêmtirî xulekekê de li peravên bakurê Venezuelayê rû dane. Piştî van herdû erdhejên mezin, 20 paşlerzên din jî hatin tomarkirin.

Seroka Venezuelayê ya bi wekalet Delcy Rodriguez di peyameke vîdyoyî de ragihand, li gorî agahiyên destpêkê herî kêm 32 kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 700 kes jî birîndar bûne. Rodriguez herwiha diyar kir, ji ber ku hîn agahiyên zelal ji wir nehatine, dibe ku hejmara qurbaniyan zêdetir bibe.

Erdhejê ziyaneke giran gihandiye paytext Caracasê; gelek avahî hilweşiyane û di binesaziya bajêr de şikestinên mezin çêbûne. Ji ber metirsiyên ewlehiyê, hikûmetê Firokxaneya Navdewletî ya "Maiquetia" girt û xetên gaza xwezayî li herêmên ziyandîtî birîn, da ku teqîn û şewat derneyên.

Tîmên rizgarkirinê û hawarçûnê niha li herêmên erdhejê di xebatên lêgerîn û alîkariya birîndaran de berdewam in.

 

Ev nûçe bi tevahî 20 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:32:09