Li Wan û Êlihê du qeza: 14 birîndar

Li Wan û Êlihê di 2 qezayan de 14 kes birîndar bûn.

23 Cotmeh 2023 - 06:50
23 Cotmeh 2023 - 06:50
 0
Li Wan û Êlihê du qeza: 14 birîndar

Li navçeya Westanê ya Wanê ya Bakurê Kurdistanê du otomobîl li hev qelibîn.

Di encama vê qezayê de 10 kes birîndar bûn, 3 ji birîndaran zarok in.

Qezayê şeva borî, li ser rêya navbera Wanê û Bedlîsê derengê şevê rû da.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, tîmên parastina sivîlan û cedirme çûn cihê bûyerê û birîndar veguhastin nexweşxaneyên bajêr.

Li Êlihê 4 birîndar

Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê jî şevê din, otomobîlek li nav bajêr ji rê derket û li welatiyên li ser kolanê da.

Di encama vê bûyerê de jî 4 kes birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan, li Taxa Beldeyê ya Êlihê, otomobîla bi şofêrtiya H.L. ji rê derket û li 4 welatiyên li ber dikana xwe rûniştibûn qelibî.

Di bûyerê de Fetullah Taş, Nuri Aydinalp, Muhammed Yamaç û Veysel Kansiran li erdê ketin û birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîman birîndar rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê.

Şofêrê otomobîlê ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.

Dîmenên dema bûyerê ji aliyê kameraya ewlehiyê ve hatine tomarkirin.

Ev nûçe bi tevahî 687 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:05:12