Li Wanê 2 roj qedexe hat ragihandin

Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê careke din bi biryara parêzgariyê meş, çalakî û civînên bikom ên li derve 2 rojan hatin qedexekirin.

26 Tebax 2023 - 04:04
26 Tebax 2023 - 04:04
 0
Li Wanê 2 roj qedexe hat ragihandin

Parêzgariya Wanê li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku rojên şemî û yekşemê meş, çalakî, kampanyayên îmzeyan, çêkirina anketan, vedana çadir û standan, daxuyaniyên çapemeniyê, belavkirina belavokan, xwepêşandan, çalakiyên rûniştinê û civînên bikom ên li derve 2 rojan hatine qedexekirin.

Parêzgariya Wanê îddîa ki ku qedexe “ji bo rêgirtina li êrîşan”, “parastina can û malê welatiyan”, “jinavbirina rêxistinên terorê” û “pêkanîna ewlehiya niştîmanî” hatiye ragihandin.

Li gorî daxuyaniyê, qedexe wan çalakiyan li xwe nagire ku bi destûra parêzgariyê ne.

Ev çend hefte ne bi berdewamî rojên şemî û yekşeman bi biryara parêzgariyê sazkirina çalakiyan li Wanê tê qedexekirin.

Ev nûçe bi tevahî 914 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:54:44