Li Wanê şerê malbatan: 14 kes birîndar bûn

Li navçeya Tuşba ya Wanê du malbatan bi kevir, kêr û daran şer kir û 14 kes birîndar bûn.

1 Hezîran 2023 - 02:50
1 Hezîran 2023 - 02:50
 0
Li Wanê şerê malbatan: 14 kes birîndar bûn

Hefteya borî ji ber sedemeke ne diyar e endmên her du malabatên ku şer kirî, li taxa Îskeleyê rastî hev hatin û bezîn hev û bi kevir, dar û kêran dîsa şerê hev kirin.

3 kesên ku di şer de birîndar bûn, bo nexweşxaneya Navenda Tibê ya Dursun Odabaş a Zanîngeha Yuzuncu Yilê hatin veguhestin.

Mirovên her du malabatan piştî ku şer bihîstin, berê xwe dan nexweşxaneyê û li baxçeyê nexweşxaneyê cardin şer kirin.

Di şer de ji her du aliyan 11 kesên din jî birîndar bûn, hin otomobîlan zerar dîtin.

Birîndar bo nexweşxaneyên cuda hatin şandin û polêsan li der dorê nexweşxaneyê tedbîrên ewlehiyê hildan.

Ev nûçe bi tevahî 684 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:42:22