Li Xarpêtê di bûyereke trafîkê de 5 kes birîndar bûn

Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlek ji rê derket û wergeriya di encamê de 5 kes birîndar bûn.

3 Avrêl 2023 - 02:40
3 Avrêl 2023 - 02:40
 0
Li Xarpêtê di bûyereke trafîkê de 5 kes birîndar bûn

Li bajarokê Yurtbaşi ya Xarpêtê 2ê Nîsanê otomobîlek ji rê derketiye û li barhilgira li kêleka rê sekinî qelibiye û wergeriya ye.

Li gor agahiyan di bûyerê de 5 kesên ku di otomobîlê de bûn birîndar bûne.

Li ser agadarkirinê tîmên tendirustiyê û cendirme bo cihê bûyerê hatine şandin. Birîndar bo nexweşxaneyên bajêr hatine veguhestin.

Ev nûçe bi tevahî 656 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:46:19