Li Xurmatûyê şer: Pêşmergeyan êrişa DAIŞê şikand

Li gundê Qelayê yê Xurmatûyê, çar çekdarên DAIŞê nêzîkî bingeheke Pêşmerge bûn. Hêzên Pêşmerge rûbirûyî wan bûn û ew neçar kirin ku birevi

30 Çile 2026 - 10:49
30 Çile 2026 - 10:49
 0
Li Xurmatûyê şer: Pêşmergeyan êrişa DAIŞê şikand

Li gundê Qelayê yê Xurmatûyê, çar çekdarên DAIŞê nêzîkî bingeheke Pêşmerge bûn.

Hêzên Pêşmerge rûbirûyî wan bûn û ew neçar kirin ku birevin.

Fermandarê Pêşmergeyan Mihemed Çewrî ji ajansa Rûdawê re got, "Agahiya me ji liv û tevgera çekdarên DAIŞê ya li wî sînorî heye û hêzên me di amadehiya tam de ne.

Çend roj in em bi rêya kamerayên çavdêriyê wan dibînin. Wan çekdaran dixwest nêzîk bibin. Kamerayên termal li ser çekên wan hebûn û dixwestin nêzîk bibin da ku Pêşmergeyan şehîd bikin.

Pêşmergeyan gule li wan barand û ew nehatin pêş. Wan jî gule berda û pişt re reviyan."

Fermandarê Pêşmerge her wiha eşkere kir ku ji bo operasyona lêgerînê ya wê navçeyê divê ew razîbûna hikûmeta Îraqê û Wezareta Pêşmerge wergirin çimkî ew der dikeve navbera her du aliyan.

 

Ev nûçe bi tevahî 43 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:27:57