Li Zaxo kesek bi tohmeta kuştina pismamê xwe hat desteserkirin

Li Zaxo xortekî 31 salî yê bi navê W. H. A, bi pismamê xwe re şerê devkî kiriye, piştre pismamê wî bi demançeyekê teqe lê kiriye û di encama teqeyê de canê xwe ji dest daye.

24 Îlon 2022 - 03:52
24 Îlon 2022 - 03:52
 0
Li Zaxo kesek bi tohmeta kuştina pismamê xwe hat desteserkirin

Şeva borî, çend demjimêr piştî bûyerê, polîsê Zaxo desteserkirina pismamê wî xortî ragihand, ku tohmeta wî kuştina pismamê xwe ye.

Li gor zanyariyan, pismamê wî xortî pişt, bûyerê ji Zaxoyê reviyaye û çûye navçeya Batîfa, ku li wê derê ji aliyê polîsan ve hatiye desteserkirin.

Hat eşkerekirin ku tohmetbar niha desteserkirî ye û derbarê wî de lêpirsîn berdewam e.

Ev nûçe bi tevahî 486 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:54:46