Malbatên qurbaniyan li dijî Tirkiyê serî li dadgeha navdewletî didin

Malbatên qurbaniyên ku li herêma Balayan a Herêma Kurdistanê di encama êrişên balafirên artêşa tirk de canê xwe ji dest dabûn, wê serî li Dadgeha Tawanên Şer a Navdewletî a Laheyê bidin.

13 Avrêl 2018 - 09:48
13 Avrêl 2018 - 09:48
 0
Malbatên qurbaniyan li dijî Tirkiyê serî li dadgeha navdewletî didin

Li herêma Balayan a ser bi Qesrê ve ya li Başûrê Kurdistanê di encama êrişên balafirên şer ên artêşa tirk de hejmareke xelkê sivîl canê xwe ji dest dabûn. Malbatên wan qurbaniyan xwe amade dikin ku serî li Dadgeha Tawanên Şer a Navdewletî ya li Laheyê bidin.

Di daxuyaniya wan malbatan de hat gotin ku 21-22ê Adarê li gundê Serkan ê li herêma Balayan a Qesrê di encama êrişên balafirên şer ên artêşa tirk de 4 kesên sivîl hatin şehîdkirin.

Herwiha hat gotin ku Tirkiye gelek rêkeftinên navdewletî îmze kirine û endama gelek dezgehên navdewletî ye û daxwaz hat kirin ku ev dezgeh ji bo wan bibin alîkar.

Ev nûçe bi tevahî 970 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 02:24:07