Marco Rubio: Plana me ya êrîşeke leşkerî ya nû li ser Îranê tune ye
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ji hevalbendên xwe yên biyanî re ragihand, Washington niha naxwaze êrîşeke nû ya leşkerî bibe ser Îranê. Tekez kir jî, baldariya rêveberiya Donald Trump li ser tundkirina dorpêçên aborî ye.

Malpera nûçeyan a Amerîkî "Axios" îro 26ê Tebaxa 2026an li ser zarê berpirsekî pilebilind û çavkaniyekî agahdar aşkere kir, Wezîrê Derve Marco Rubio di peywendiyên telefonî de ligel wezîrên derve yên welatên hevpeyman, xetên giştî yên siyaseta niha ya Amerîkayê li hember Tehranê diyar kirine.
Li gorî agahiyan, Washington di wê baweriyê de ye ku dorpêçên deryayî aboriya Îranê bi temamî "fetisandiye". Ji ber vê yekê, rêveberiya Trump biryar daye ku heta piştî hilbijartinên nîve-demsalî ji êrîşeke leşkerî ya rasterast dûr bikeve, heya ku Tehran bi xwe dest bi êrîşê neke.
Rayedarên Amerîkayê paqijkirina mînan ji Tengava Hurmizê û çûnûhatina tankeran wekî "werçerxaneke mezin" di qeyranê de dibînin. Berpirsekî Amerîkî ji Axios re got: "Îraniyan kontrola tengavê ji dest dan û niha di bin kontrola Amerîkayê de ye. Rêjeyeke berçav a petrola Kendavê ber bi bazarên cîhanê ve diçe û bi vî rengî karta herî bihêz a Îranê di danûstandinan de bêbandor bûye."
Di raportê de hat aşkerekirin ku dorpêçên deryayî dahata Îranê kêm kiriye. Di du hefteyên borî de ti tankereke petrolê li girava Xargê nehatiye dîtin.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Tommy Piggot ji Axios re ragihand, aboriya Îranê her gav ber bi herifînê ve diçe û şiyana leşkerî ya wî welatî ziyaneke mezin ditiye. Piggot tekez kir, Washington dê berdewam be di birîna hemû çavkaniyên darayî yên Tehranê de.
Nûvekirina herî dawî: 10:33:07










































































































































































