Fermandarekê Kurd dibe Serokê Akademiya Leşkerî ya Îraqê

Li ser raspardeya Serok Barzanî û bi îmzaya Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî, lîwa Nezîr Asim Axa Goran dibe serokê Akademiya Leşkerî ya Îraqê. Di dîroka Îraqê de ev cara yekê ye ku ev post û erk bi kurdekî bê dan û biryar e ku serê hefteya bê bi fermî di vî postî de dest bi kar bike.

16 Cotmeh 2026 - 10:28
16 Cotmeh 2026 - 10:28
 0
Fermandarekê Kurd dibe Serokê Akademiya Leşkerî ya Îraqê

Lîwa Nezîr Asim Axa Goran doh, 15ê Cotmeha 2026ê, bi vê minasibetê peyamek li tora civakî ya Feysbûkê belav kir û tê de nivîsî: "Ez gelek spasî û rêzên xwe arasteyî Serok Barzanî dikim, bo vê baweriya mezin a bi benî û ji ber hemî wê piştgiriya mezin a ku di dema borî de û bi taybetî li Koleja Leşkerî ya Zaxoyê ji bo me dikir."

Lîwa Nezîr di peyama xwe de herwesa spasiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî kir, ji ber piştgirî û alîkariyên wan ên berdewam.

Lîwayê Kurd herwesa di wê peyama xwe de soz jî da ku di vî postê xwe yê nû de bi hemî şiyanên xwe kar bike û bizavê bike ku prosêsa perwerdeya leşkerî li Îraqê bigihîne baştirîn ast.

Navbirî herwesa got: "Armanca min a serekî ew e ku asta kolêjên leşkerî bigehînim asta herî bilind, daku di warê zanistî û leşkerî de wekî akademiyên pêşketî yên cîhanê bin û cîhê serbilindiya hemîyan bin."

 

Ev nûçe bi tevahî 124 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:06:58