Menbic-Bermahiyên şer teqiyan: 2 kes mirin, 17 kes jî birîndar bûn

Li bajarê Minbicê yê Helebê di encama teqîna bermahiyên şer de 2 kes mirin, 17 kes jî birîndar bûn

12 Berfanbar 2023 - 04:39
12 Berfanbar 2023 - 04:39
 0
Menbic-Bermahiyên şer teqiyan: 2 kes mirin, 17 kes jî birîndar bûn

Li gorî zanyariyên xwecihî li gundê Yelanliyê yê Minbicê di dema berhevkirina zeytûnan de teqemeniyên bermahiyên şer bi kesên ku zeytûn berhev dikirin de teqiyan.

Di encama teqînê de 2 kesan canê xwe ji dest da, 17 kes jî birîndar bûn.

17 kesên ku birîndar bûbûn, rakirin Nexweşxaneya Birkilê ya Minbicê.

Ev nûçe bi tevahî 1343 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:41:01