Meral Akşener: Cîhê HDPê li ser masa me tine

Seroka Giştî ya Îyî Partî Meral Akşener da xuyakirin, li maseya ku cihê HDPê hebe, ew cih nagirin.

6 Îlon 2022 - 07:49
6 Îlon 2022 - 07:49
 0
Meral Akşener: Cîhê HDPê li ser masa me tine

Bertekên gotinên parlamenterê CHPê Gursel Tekîn ku gotibû, eger HDP di hilbijartinê de serkeftî be, dikare di hikûmetê de cih bigire, didomin.

Li gor agahiyan, ev mijar di civîna serokên şaxên bajaran yên Îyî Partî de hate rojevê û gelek berpirsan rexne li gotinên parlamenterê CHPê girtin.

Seroka Îyî Partî Meral Akşener di vê derbarê de got, li maseya ku HDPê hebe, cihê wan lê nîne û li maseya ku ew hebin, cihê HDPê nîne.

Akşener got, di vê mijarê de hestiyariya wan didome û daxuyaniyên pêwîst jî hatine dayîn.

Ev nûçe bi tevahî 469 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:43:38