Mesrûr Barzanî: Divê Bexda helwesteke tund nîşanî êrişan bide

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, êrişa Îranê li Hewlêrê bi tundî şermezar kir.

16 Çile 2024 - 04:55
16 Çile 2024 - 04:55
 0
Mesrûr Barzanî: Divê Bexda helwesteke tund nîşanî êrişan bide

Supayan Pasdaran a Îranê îşev bi deh mûşekên balistîk êrişî çend deverên sivîl ên Hewlêrê kir û kesên sivîl bûn qurbaniya êrişê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi daxuyaniyekê êriş şermezar kir û ew êriş wekî "binpêkirina serweriya Herêma Kurdistanê û Îraqê" pênase kir.

"Em vê tawana li hemberî gelê Kurdistanê bi tundî şermezar dikin"

Mesrûr Barzanî got:

“Hewlêra serbilind careke din bûye armanca êrişên mûşekên Supaya Pasdaran a Îranê. Mixabin di encama vê êrişa nemerdane de sivîl şehîd ketin û birîndar bûn.

Ez hêvî dikim ku Xwedayê mezin şehîdan bi beheştê şad bike û di dema herî zû de silametiyê bide birîndaran.

Em vê tawana li hemberî gelê Kurdistanê bi tundî şermezar dikin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwiha bangî hikûmeta Bexdayê kir û got:

“Ez ji Hikûmeta Federal a Îraqê dixwazim helwesteke tund li beramberî binpêkirina serweriya Herêma Kurdistanê û Îraqê nîşan bide.”

Mesrûr Barzanî herwiha ji civaka navdewletî jî xwest ku li hemberî zordariya li ser xelkê Kurdistanê dengê xwe derxe û got:

“Di rojên pêş de em dê pêwendiyên xwe yên bi civaka navdewletî bidomînin da ku bi dawiyê li êrişên hovane yên li ser xelkê bêguneh ê Kurdistanê bîne.”

Ev nûçe bi tevahî 678 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:16:55