Mesrûr Barzanî: Ger Bexda biryarên standine paşve bikêşe
Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Almanya li Iraqê kir û ragihand, pêwîst e Bexda dawî li biryarên zêderûyîyên li dijî Herêma Kurdistanê bîne.

Îro, Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Almanya li Iraqê Cyril Nann û şanda pê re kir.
Di hevdîtinê de dawî pêşhatên siyasî û karvedanên piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê hatin guftûgokirin.
di hevdîtinê de, Balyozê Almayayê ragihand, armanca wî ji serdana Herêma Kurditanê, hewldan ji bo destpêkirina guftûgoyeke vekirî di navbera Hewlêr û Bexdayê û kêmkirina girjiyan e.
girêdayî bi karvedanên Bexdayê yên ji piştî referandûma serxwebûnê, Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê amaje bi wê kir, ku cudahî bi gef û tundûtûjiyê çareser nabin.
Nûvekirina herî dawî: 10:38:42