Mesrûr Barzanî bûyera gulebaranê ya li Otêla Washington Hiltonê şermezar dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Masrûr Barzanî, derbarê bûyera gulebarankirinê ya li dema merasîma peyamnêrên Koşka Spî li Washingtonê, dilgiraniya xwe ya kûr anî ziman û tundûtûjiya siyasî bi tundî şermezar kir.

27 Avrêl 2026 - 10:47
27 Avrêl 2026 - 10:47
 0
Mesrûr Barzanî bûyera gulebaranê ya li Otêla Washington Hiltonê şermezar dike

Serokwezîr Mesrûr Barzanî doh 26ê Nîsanê di peyamekê de li ser hesabê xwe yê tora civakî "X" ragihand: "Ez ji ber bûyera gulebarankirinê ya li dema xwarina êvarê ya peyamnêrên Koşka Spî li Washingtonê, pir nîgeran im."

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kir ku tu hincet ji bo tundûtûjiyê nîn in û got: "Tundûtûjiya siyasî di jiyana giştî de bi tu awayî nayê qebûlkirin û cîhê wê nîne."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwiha xweşhaliya xwe anî ziman ku di bûyerê de ti ziyanên giyanî negihîştine serok û rayedarên Amerîkayê û got: "Ez dilxweş im ku Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump, Xanima Yekem, cîgirê serok, endamên kabineyê, rojnamevan û mêvan silamet in û ti ziyan negihîştiye wan."

Bûyer şeva Şemiyê saet 08:30 (bi dema Washingtonê) li Otêla Washington Hiltonê qewimî. Di dema merasîma salane ya peyamnêrên Koşka Spî de, kesekî çekdar hewl da êrîşî Serok Donald Trump û rayedarên pilebilind bike.

Li gorî agahiyên destpêkê, êrîşkar ciwanekî xwedî bawernameya bilind û mamoste bûye. Wî karibûye xala kontrolê ya parêzvanan derbas bike û rûbirûyî hêzên ewlehiyê bibe, lê beriya ku bigihîje armanca xwe hat astengkirin. 

 

Ev nûçe bi tevahî 68 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:20:53