Mesrûr Barzanî cejna Rojiyên Êzî li Êzidiyan pîroz dike

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî doh di peyamekê de cejna Rojiyên Êzî li Êzidiyên Kurdistanê û cîhanê pîroz kir.

19 Berfanbar 2025 - 11:21
19 Berfanbar 2025 - 11:21
 0
Mesrûr Barzanî cejna Rojiyên Êzî li Êzidiyan pîroz dike

Peyama Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê bi helkefta cejna Rojiyên Êzî

Bi helkefta cejna Rojiyên Êzî, ez gerimtirîn pîrozbahiyan arasteyî xûşk û birayên Êzîdî li Kurdistanê û cîhanê dikim. Ez hîvîdar im bi xêr û xweşî rojên cejnê biborînin.

Di vê helkeftê da, em dîsa xûşk û birayên Êzîdî piştrast dikin ku em wekî herdem dê li ser piştevaniya maf û daxwaziyên wan û bihêzkirina kiltûrê pêkvejiyanê li Herêma Kurdistanê berdewam bin.

Cejna Rojiyên Êzî pîroz be û her di xêr û xweşiyan da bin.

Mesrûr Barzanî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

 

Ev nûçe bi tevahî 5 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:23:20