Mesrûr Barzanî di salvegera Enfalê de li Badînanê: Divê Bexda qurbaniyan qerebû bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi bone 37emîn salvegera tawanên Enfala Badînanê, careke din bang li hikûmeta federal a Iraqê kir ku erkê xwe yê yasayî û destûrî di qerebûkirina kesûkarên qurbaniyên jenosîdê de bicih bîne.

25 Tebax 2025 - 11:14
25 Tebax 2025 - 11:14
 0
Mesrûr Barzanî di salvegera Enfalê de li Badînanê: Divê Bexda qurbaniyan qerebû bike

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 25ê Tebaxê peyamek li ser tora civakî ya 'X' belav kir û tê de bi rêz û rûmet qurbaniyên wî tawanê hovane yê rejîma berê ya Iraqê bibîr anîn.

Di peyama xwe de, Serokwezîr Barzanî daxwaza sereke ya Herêma Kurdistanê dubare kir û got: "Pêwîst e hikûmeta federal erkê xwe yê yasayî û destûrî di qerebûkirina kesûkarên qurbaniyan de cîbicî bike."

Herwiha, Serokwezîr silav ji bo giyanê pak ê qurbaniyên jenosîda Enfalê û hemû şehîdên Kurdistanê şand û tekezî li ser van xalan kir:

- Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê di xizmetkirina kesûkarên şehîdan û enfalkiriyan de berdewam be.

- Hewlên ji bo naskirina van tawanan li ser asta navdewletî wek jenosîd dê bên xurtkirin.

Enfala Badînanê 

Enfala Badînanê, ku qonaxa dawî ya pêngavên Enfalê bû, di navbera 25ê Tebaxê û 6ê Îlona 1988an de ji aliyê rejîma Beis a rûxandî ve li sînorê parêzgeha Duhokê hate pêkanîn. Ev pêngav ku wek "Enfala Heştemîn" tê naskirin, deverên Zaxo, Amêdî, Şêxan, Akrê û Duhokê li xwe girt û tê de tawanên mezin li dijî xelkê sivîl hatin kirin.

Li gorî belge û amaran, di vê qonaxê de nêzîkî 700 gund hatin wêrankirin û zêdetirî 14 hezar welatiyên bêguneh bûn qurbanî. Bi hezaran kesên din jî hatin girtin û heta îro çarenivîsa wan nediyar e.

Ev tawan beşek bû ji pêngaveke berfirehtir ku bû sedema şehîdbûn û bêserûşûnbûna zêdetirî 182 hezar Kurdan li seranserê Kurdistanê. Rejîma Beis di van êrîşan de çekên kîmyewî bi kar anî, gund bi temamî wêran kirin, xelkê wan komkuj kirin an jî ew ber bi çolistanên başûrê Iraqê ve raguhastin û di gorên komî de bi saxî xistin bin axê.

 

Ev nûçe bi tevahî 18 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:05:02