Mesrûr Barzanî diçe Tirkiyeyê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi serdaneke fermî diçe Tirkiyeyê.

9 Gulan 2026 - 10:25
9 Gulan 2026 - 10:25
 0
Mesrûr Barzanî diçe Tirkiyeyê

Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser serdanê daxuyaniyek belav kir.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku Mesrûr Barzanî îro diçe Tirkiyeyê û li Koşka Dolmabahçeyê ya li bajarê Stenbolê, bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û hejmareke din a berpirsên pilebilind ên wî welatî re dicive.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînan de ji bilî dan û standinên li ser bipêşxistina pêwendiyên dualî, pêşhatên dawî yên rewşa giştî ya Îraq û Herêma Kurdistanê jî tên gotûbêjkirin.

Bernameya hevdîtinan

Dema civînên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi vî awayî ne:

• Saet 10:30 yan 11:00an bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re dicive.

• Saet 14:00an bi Recep Tayyîp Erdogan re li Koşka Dolmabahçeyê dicive.

• Piştî wê bi Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê re dicive.

 

Ev nûçe bi tevahî 73 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:53:09