Mesrûr Barzanî: Divê hikûmeta Iraqê malbatên qurbaniyên Enfal û tawanên rejîma berê qerebû bike
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek bi boneya 34emîn hemleya Enfala Badînan belav kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 25ê Tebaxa 2022an peyamek bi boneya 34emîn hemleya Enfala Badînan belav kir û tê de ragihand, “Divê zîhniyeta li pişt van karesat û tawanan bi dawî bibe û rê li ber dubarebûna komkujiyên bi vî rengî were girtin.
Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî:
Bi boneya hemleya Enfala Badînanê ku qonaxa dawî ya Enfala bednav bû, rejîma Iraqê weke hemû navçeyên din ên Kurdistanê, tawaneke din a hovane li hember xelkê devera Badînan kir ku di encama wê hemleya ku çekê qedexekirî hat bikaranîn de bi hezaran kes hatin şehîd û wendakirin û bi deh hezaran kes jî koçber û derbider bûne û bi sedangund wêran bûn.
Di sî û çaremîn salvegera vê tawana hovane de, em bi rêz û hurmet qurbaniyên Enfalê li Badînan bi bîr tînin û em careke din dubare dikin ku divê hikûmeta Iraqê li gorî destûrê, ziyandîtiniyan û malbatên qurbaniyên Enfal û tawanên rejîma berê ya Iraqê bi awayekî hêja qerebû bike ku ev mafekî rewa yê gelê stemlêkirî yê Kurdistanê ye. Her wiha divê zîhniyeta li pişt van karesat û tawanan bi dawî bibe û rê li ber dubarebûna komkujiyên bi vî rengî were girtin.
Di salvegera Enfala Badînanê de, silav û rêz li giyanê pak ê enfalkiriyên Badînanê û tevahiya şehîdên Kurdistanê.
Nûvekirina herî dawî: 17:29:01