Mesrûr Barzanî: Divê Peymana Şingalê were bicihanîn
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî da zanîn ku pêwîst e Bexda ji bo bicihanîna Peymana Şingalê gavan biavêje û amaje bi wê yekê jî kir ku hikûmeta Îraqê û kompanyayên petrolê ji bo hinartina petrolê gihîştine lihevkirinê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi amadebûna Mîrê Kurdên Êzidî Mîr Hazim Tehsîn Beg, Babe Şêx, Parêzgarê Dihokê Elî Teter û gelek kesayetan rêya Şêxan-Lalişê vekir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di merasîma vekirina rêya Şêxan-Lalişê de gotarek pêşkêş kir û got:
“Bêguman em çi karî ji bo xizmeta welatiyên xwe bikin kêm e, bi taybetî ji bo vê devera ku ji aliyê dîrokî, olî û bihevrejiyanê ve gelekî girîng e.”
Mesrûr Barzanî amaje bi girîngiya parastina Kurdên Êzidî kir û anî ziman:
“Xwişk û birayên me yên Êzidî beşeke resen a Kurdistanê ne û wekî ku Cenabê Serok Barzanî gotiye, Êzidî Kurdên resen in.
Ji ber vê yekê em bi ti awayî ji hev cuda nabin.”
Mesrûr Barzanî diyar kir ku proje bi standardeke cîhanî hatiye bicihanîn û da zanîn:
“Hejmarek projeyên din jî li Şêxanê tên bicihanîn ku çûnûhatina welatiyan hêsantir dikin û bûyerên nexwestî yên trafîkê jî kêm dikin.”
Kevirê hîmê projeyê 21ê Îlona 2024an hatibû danîn, dirêjahiya wê nêzîkî 10 kîlometreyan e û bi zêdetirî 26 milyar dînarên Îraqî hatiye çêkirin.
“Pêwîst e Peymana Şingalê were bicihanîn”
Mesrûr Barzanî bicihanîna Peymana Şingalê ya ji bo asayîkirina rewşa jiyana Kurdên Êzidî girîng dibîne û got:
“Me hewleke cidî da da ku em Peymanê li gel hikûmeta federal bi cih bînin lê heta niha ji ber hejmarek hêzên derveyî yasayê û xweferzker nehatiye bicihanîn.”
Barzanî ji Bexdayê xwest ku “gavên pêwîst bavêje û hêsankariyê bike da ku xwişk û birayên me yên Êzidî bi serbilindî vegerin Şingalê”.
Di êrişa çekdarên DAIŞê ya 3yê Tebaxa 2014an a li Şingalê de 11 hezar û 417 Kurdên Êzidî hatibûn revandin, kuştin û windakirin. Her wiha bi hezaran Êzidî jî koçber bûbûn.
“Gotûbêjên me yên li ser pirsgirêka meaşan berdewam in”
Mesrûr Barzanî behsa pirsgirêka meaşan karmendên Herêma Kurdistanê kir û anî ziman:
“Gotûbêjên me yên li gel hikûmeta federal ên li ser dabînkirina budce û meaşan didomin.”
Barzanî amaje bi wê yekê kir û got:
“Min gelek caran gotiye, ti astengî li pêşiya şandina meaşan nemane, bi rastî jî ji aliyê Herêma Kurdistanê ve ti astengî nehatine çêkirin.
Her cara ku hincetek hebûye, me hewl daye nehêlin da ku mafên darayî yên xelkê Kurdistanê bên dabînkirin.”
Hinartina petrola Herêma Kurdistanê yek ji wan pirsgirêkên din ên li pêşiya şandina meaşan e.
Mesrûr Barzanî da zanîn, ew hatiye agahdarkirin ku di navbera hikûmeta federal û kompanyayên petrolê yên ku li Herêma Kurdistanê de “têgihiştin û peymanek” çêbûye û got:
“Hêviya min ew e ku di rojên bê de ew peyman bibe rastî û cihê razîbûna hemû aliyan be.
Ev dê bibe destpêkeke gelekî baş ji bo nehiştina pirsgirêk û astengiyên li pêşiya şandina meaşan.”
Mesrûr Barzanî hêvî xwest ku hikûmeta Îraqê pêbendî berpirsyariyên xwe yên li hemberî mafên darayî yên xelkê Kurdistanê be û anî ziman:
“Êdî bila mijara meaşan nebe sernivîsa nûçeyên rojane.
Hêviya min ew e ku di demeke nêzîk de em bigihêjin encameke erênî.”
Tevî ku 20 roj ji meha Îlonê derbas bûne jî Bexdayê hîn meaşên mehên Tîrmeh û Tebaxê yên karmendên Herêma Kurdistanê neşandine.
Nûvekirina herî dawî: 09:15:01