Mesrûr Barzanî: Em dê ji bo bersivdayîna vê dijminatiyê hemû tedbîran bistînin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî êrişa li ser Pêşmergeyan bi rengê “xiyanet”ê bi nav kir û got, “Em dê ji bo bersivdayîna vê dijminatiyê hemû tedbîran wergirin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê êrişê bi rêya hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir û bi tundî nerazîbûna xwe nîşan da.
Mesrûr Barzanî: Em dê hemû tedbîran wergirin
Mesrûr Barzanî di daxuyaniya xwe de êrişa Îranê wekî kiryareke "dijminane û xiyanetkar" bi nav kir û wiha got:
“Ez êrişa dijminane û xiyanetkar a şeva borî ya li ser baregehên Pêşmergeyan bi tundî şermezar dikim ku di encamê de 6 Pêşmergeyên qehreman şehîd ketin û 30 Pêşmerge jî birîndar bûn.
Ez sersaxiyê didim malbatên serbilind ên şehîdan û daxwaza başbûna bilez ji bo birîndaran dikim."
Serokwezîr Mesrûr Barzanî da zanîn ku ew dê li hemberî van êrişan bê deng nemînin û got:
"Em dê ji bo bersivdayîna vê dijminatiya li ser Herêma Kurdistanê hemû tedbîran wergirin."
Bangî Îraq û civaka navneteweyî kir
Mesrûr Barzanî di daxuyaniya xwe de bangî Îraq û welatên cîhanê jî kir ku li dijî van êrişan helwestê nîşan bidin û anî zimên:
"Ez bangî hikûmeta federal û civaka navneteweyî dikim ku sînorekî ji bo van êrişên li ser Herêma Kurdistanê deynin."
Nûvekirina herî dawî: 14:17:33