Mesrûr Barzanî: Em hêvîdar in hemû alî berjewendiya niştimanî di ser berjewendiyeke din re deyne
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya hatina sersala nû peyamek belav kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya hatina sersala nû peyamek belav kir û ragihand, “Em hêvîdar in hemû alî berjewendiya niştimanî di ser berjewendiyeke din re deyne û rêzê li serweriya yasayê bigire.”
Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî:
Bi boneya hatina sala nû ya sala 2023, pîrozbahiyê li hemû welatiyên Herêma Kurdistanê dikim, bi taybetî Pêşmergeyên qehreman, hêzên ewlekariya navxweyî û malbatên serbilind ên şehîdan, her wiha li gelên Iraq û cîhanê dikim. Hêvîdar im sala nû bibe sala geşbûn, pêşkeftin û geşepêdana zêdetir ya Kurdistanê.
Tevî kêmbûna şiyanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, sala borî me karîbû bi alîkariya sektora taybet projeyên cuda li bajarên Kurdistanê yên di warê rê, çandinî, pîşesazî û dîjîtalkirina xizmetguzariyan de bi cih bînin. Ev ji bilî ku sala borî di warê dîplomasî û pêşxistina pêwendiyên me yên ligel welatên Ereb, navçe û Ewropayê de saleke berhemdar bû.
Lê mixabin di sala borî de, em rastî gelek êrîşan hatin, di demekê de ku Herêma Kurdistanê her tim faktora ewlehî û aramiya Iraq û navçeyê bû û ti carî nebûye metirsî li ser ti aliyekî, ji ber wê jî em hêvîdar in di sala bê de asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê bi giştî parastî û aram bibe û kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal li ser binemaya destûrê bên çareserkirin, ji bo em bikarin bi hevkariya hemû aliyan berdewamiya proseya çaksaziyê û xizmetkirina gelê Kurdistanê dikin. Em hêvîdar in hemû alî berjewendiya niştimanî di ser berjewendiyeke din re deyne û rêzê li serweriya yasayê bigire.
Hêvîdar im sala nû bibe sala bidawîhatina êş, nexweşî û qeyranan û dabînkirina aştî û bextewariyê ji bo mirovahiyê bi giştî.
Sersala we pîroz be û Xwedê Kurdistanê biparêze.
Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê
31/12/2022
Nûvekirina herî dawî: 10:36:25