Mesrûr Barzanî: Em kar dikin ku heta sala 2025an bibin xwedî hikûmeteke dîjîtalî

Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 19ê Cotmeha 2022an, Stratejiya Veguherîna Dîjîtalî hat ragihandin.

19 Cotmeh 2022 - 06:26
19 Cotmeh 2022 - 06:26
 0
Mesrûr Barzanî: Em kar dikin ku heta sala 2025an bibin xwedî hikûmeteke dîjîtalî

Mesrûr Barzanî di merasîma ragihandina Stratejiya Veguherîna Dîjîtalî de gotarek pêşkêş kir û got, proseya dîjîtalîkirinê beşek ji proseya çaksaziya di saziyên Herêma Kurdistanê de ye û diyar kir ku armanca Kabîneya Nehem heta dawiya sala 2025an ew e, bibe xwedî hikûmeteke elektronîk.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî eşkere kir ku beriya demeke kurt sîstema nû ya dîjîtal a moleta ajotinê li Herêma Kurdistanê dest pê kir û ragihand, di heyama meha bê de sîstema e-Visa dê were cibicîkirin.

Mesrûr Barzanî bal kişande li ser wê yekê ku ev pêngav, destpêka qonaxeke nû û pêngavên bi kalîte ye û di heman demê de amaje bi wê yekê kir ku bi giştîkirina vê sîstemê bo hemû saziyên hikûmetê li Herêmê re, dê bi awayekî asantir û bileztir xizmetguzarî ji welatiyan re werin pêşkêşkirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê da zanîn, sîstemeke dîjîtal a nû ji bo tomarkirina kompanyayan di meha bê de dê dest pê bike, da ku bigihêje asta herî mezin ji şefafîyetê û kêmkirina rûtîn û burokrasiyê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di demên berê de û zêdetir ji carekê tekez li ser wê yekê kir ku pêşkêşkirina xizmetguzariyan ji bo welatiyan, karê pêşîne ya Kabîneya Nehemîn e.

Wî bal kişand ser girîngiya veguherîna dîjîtal û got: “Yan em ê li gorî teknolojiyê tevdigerin, an jî em ê li paş bimînin. Veguherîna dîjîtalî pir giring e û ti alternatîfek jê re tune ye.”

Mesrûr Barzanî got jî: “Dibe ku niha gelek kes giringiya vê projeyê nebînin. Rast e mirov wê wek avahiyekê nabîne, lê ez bawer im piştî demeke kurt hest bikin ku ev proje çendî girîng e ji bo xizmetkirina hemû welatiyên Kurdistanê. Di encamê de, armanca me ew e ku bi awayekî baştir û bileztir xizmeta welatî û rûniştvanên Herêma Kurdistanê bikin.”

Ev nûçe bi tevahî 300 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:40:08