Mesrûr Barzanî: Em tekeziyê li parastina mafên Kakeyiyan û hemû pêkhateyên din ên Kurdistanê dikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya hatina Cejna Qewiltas ya Kakeyîyan, pîrozbahî li pêkhateya Kakeyî (Yarsanî) kir.

7 Çile 2023 - 11:07
7 Çile 2023 - 11:07
 0
Mesrûr Barzanî: Em tekeziyê li parastina mafên Kakeyiyan û hemû pêkhateyên din ên Kurdistanê dikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya hatina cejna Kakeyîyan di peyamekê de nivîsî, “Bi rêz û pêzanînê li rola diyar û girîng a Kakayiyan wekî pêkhateyeke resen a gelê Kurdistanê dinêrin.”

Deqa peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî:

Bi boneya hatina cejna Yaranê Qewiltas, Eez germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî xwişk û birayên Kakeyî (Yarsaniyan) yên li Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim. Hêvîdar im ew rojên cejnê di nav aramî û bextewariyê de derbas bikin.

Di vê boneyê de Bi rêz û pêzanînê li rola diyar û girîng a Kakeyiyan wekî pêkhateyeke resen a gelê Kurd dinêrin ku beşdariyeke wan aktîf di xebat û qurbanîdana gelê Kurd de heye û em tekeziyê li parastina mafên Kakeyiyan û hemû pêkhateyên din ên gelê Kurdistanê dikin.

Cejna Qewaltas pîroz be û her tim şad bin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

7/1/2023

Ev nûçe bi tevahî 851 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:16:33