Serok Barzanî: Em tekeziyê li çanda aştîxwazî û pêkvejiyana gelê Kurdistanê dikin
Serok Mesûd Barzanî bi boneya hatina Cejna Qewiltas ya Kakeyîyan, pîrozbahî li pêkhateya Kakeyî (Yarsaniyan) kir.

Serok Mesûd Barzanî bi boneya hatina Cejna Qewiltas ya Kakeyîyan, pîrozbahî li pêkhateya Kakeyî (Yarsaniyan) kir.
Peyama Serok Barzanî
Bi navê Xwedayê dilovan û mîhreban
Bi boneya hatina sê şevên yaran (Qewiltas) yên Kakeyiyan, pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemû xwişk û birayên Kakeyî yên Kurdistan û cîhanê dikim.
Hêvîdar im xwişk û birayên Kakeyî û hemû pêkhateyên olî û netewî yên Kurdistanê hertim bone û cejnên xwe di bextewerî û aramiyê de û dûrî nexweşî û azarê de bikin.
Bi vê boneyê em tekeziyê li çanda aştîxwazî û pêkvejiyana gelê Kurdistanê dikin.
Bimînin di xêr û xweşiyê de
Mesûd Barzanî
7/1/2023
Nûvekirina herî dawî: 16:33:08