Mesrûr Barzanî: Ez li hêviya karê hevbeş bi hevalê xwe Mark Rutte re bikim

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de got, ew li bendê ye ku karê hevbeş bi Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte re bike.

2 Cotmeh 2024 - 07:47
2 Cotmeh 2024 - 07:47
 0
Mesrûr Barzanî: Ez li hêviya karê hevbeş bi hevalê xwe Mark Rutte re bikim

Serokwezîr Mesrûr Barzanî doh 1ê Cotmenê peyamek li platforma “X” belav kir û tê de got: “Ez pîrozbahiyeke germ li hevalê xwe Mark Rutte dikim, bi boneya bûna wî Sekreterê Giştî yê NATOyê.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Ez hêvî dikim ku bi wî re li ser mijarên ku di berjewendiya me de ne, karên hevbeş bikin.”

Serokwezîrê berê yê Hollandayê Mark Rutte îro li baregeha NATO ya li Brukselê, dest bi karê xwe wek Sekreterê Giştî yê NATOyê li şûna Jens Stoltenberg kir.

 

Ev nûçe bi tevahî 748 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:56:22