Mesrûr Barzanî: Heta niha jî verêj û encamên komkujiyên Enfalê mane

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi zêdetir xizmetkirina kesûkar û binemalên serbilind ên Enfalkirî û şehîdên Kurdistanê tekez dike û pêdivî jî dibîne ku, Hikûmeta Îraqê wan qerebû bike.

14 Avrêl 2025 - 10:47
14 Avrêl 2025 - 10:47
 0
Mesrûr Barzanî: Heta niha jî verêj û encamên komkujiyên Enfalê mane

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Duşem, 14.04.2025) di salvegera Enfalê de peyamek ragehand, “Di salvegera 37ê ya pêlên Enfala bednav de, em şehîd û qurbaniyên jenosîda Enfalê bi rêzdarî bibîr tînin, ku  rijêma berê ya Îraqê bi dehan hezar kesên bêtawan ê Kurdistanê veguhastin biyabanên başûr û naverastên Îraqê û di gorên bikom de bi saxî binax û winda kirin.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê her di wê peyamê de gotiye, “Jenosîda Enfalê tawankariyeke mezin bû li dijî ax û xelkê Kurdistanê hat kirin û heta niha jî verêj û encamên wê komkujiyê her mane.”

Mesrûr Barzanî pêdivî jî dibîne ku, “Hikûmeta Federalî bi hestkirina bi erk û berpirsyarîtiyên xwe yên qanûnî û destûrî û exlaqî kesûkar û hemî zirardîtiyên jenosîda Enfalê û hemî stemlêkiriyên din ên destê rijêma Beisê ji aliyên madî û mînevî ve qerebû bike.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê “di salvegera vê pêla tawankarî ya şovînî de” pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi “zêdetir xizmetkirina kesûkar û binemalên Enfalkirî û şehîdên Kurdistanê” tekez dike.

Peyama Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê:

Di salvegera 37ê ya pêlên Enfala bednav de, em şehîd û qurbaniyên jenosîda Enfalê bi rêzdarî bibîr tînin, ku  rijêma berê ya Îraqê bi dehan hezar kesên bêtawan ê Kurdistanê veguhastin biyabanên başûr û naverastên Îraqê û di gorên bikom de bi saxî binax û winda kirin.

Jenosîda Enfalê tawankariyeke mezin bû li dijî ax û xelkê Kurdistanê hat kirin û heta niha jî verêj û encamên wê komkujiyê her mane û divê Hikûmeta Federalî bi hestkirina bi erk û berpirsyarîtiyên xwe yên qanûnî û destûrî û exlaqî kesûkar û hemî zirardîtiyên jenosîda Enfalê û hemî stemlêkiriyên din ên destê rijêma Beisê ji aliyên madî û mînevî ve qerebû bike.

Di salvegera vê pêla tawankarî ya şovînî de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê pabendbûna xwe bi zêdetir xizmetkirina kesûkar û binemalên serbilind ên Enfalkirî û şehîdên Kurdistanê tekez dike.

Silav li canê pakij ê şehîdên Kurdistanê, bîranîna şehîd û Enfalkiriyan her bilind û şkodar be.

Mesrûr Barzanî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

 

Ev nûçe bi tevahî 228 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:21:47