Mesrûr Barzanî: Hêvîdar im Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê di erkê xwe yê pîroz de berdewam be
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya salvegera damezrandina Yekîtiya Zanayên Îslamê ya Kurdistanê peyameke pîrozbayî belav kir û hêvî xwast ku ew bi erkê xwe yê pîroz berdewam be ji bo pêşxistina çanda miyanrewî û pêkvejiyana aştiyane di navbera pêkhateyên cuda yên Kurdistanê de.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: “Bi boneya 53 saliya damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî serok û endamên Buroya Cîbicîkar, Encûmena Navendî û hemû mamostayên olî yên Kurdistanê dikim û hêviya serkeftinê ji bo wan dixwazim.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî dibêje: “Hêvîdar im Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê di erkê xwe yê pîroz di warê pêşxistina çanda miyanrewî û pêkvejiyana aştiyane di nav pêkhateyên cuda yên Kurdistanê de, rûbirûbûna hizra tundrewî, parastina aştiya civakî û berevanîkirina pirsên netewî û mafên rewa yên gelê Kurdistanê de berdewam be.”
Nûvekirina herî dawî: 00:22:58