Mesrûr Barzanî: Nabe rê bê dayîn ku peyamên tundûtûjiya olî belav bibin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku zanayên ola Îslamê roleke girîng di parastina mafên rewa yên Kurdan de lîstine.

13 Cotmeh 2025 - 11:07
13 Cotmeh 2025 - 11:07
 0
Mesrûr Barzanî: Nabe rê bê dayîn ku peyamên tundûtûjiya olî belav bibin

Mesrûr Barzanî got ku em ber bi Kurdistaneke seqamgîrtir ve biçin, nabe rê li ber belavbûna peyamên tundûtûjiya olî were dayîn.

Mesrûr Barzanî tevî Wezîrê Ewqaf û Kar û Barên Olî Piştiwan Sadiq bi merasîmekê kevirê bingehîn ê avahiya Enstîtuya Ezherê danî û rêz li derçûyên xulên yekem û duyem ên Enstîtuya Pêşnivêj û Gotarbêjên Hewlêrê hat girtin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di gotara xwe de bal kişand ser rola dîrokî ya zanayên olî û got, "Zanayên olî roleke gelekî girîng di dîroka tevgera rizgarîxwaz a gelê Kurd, bipêşxistina ziman, wêje û çanda Kurdî de lîstine."

Mesrûr Barzanî destnîşan kir ku beşeke mezin a serkirde, helbestvan û nivîskarên Kurd, zanayên olî yên Îslamê bûne û "roleke berbiçav di parastina mafên rewa yên gelê Kurdistanê, dozên niştimanî û bipêşxistina raman sekuler û pêkvejiyana aştiyane ya olan de lîstine."

Enstîtuya Ezherê ser bi Zanîngeha Îslamî ya Ezherê ya li Qahîreyê ye û sala 2008an li Hewlêrê hatiye damezrandin lê avahiya wê tunebû.

Serokwezîr amaje bi girîngiya Zanîngeha Ezherê kir û got ku heta niha bi sedan xwendekarên Kurd li wê zanîngehê xwendina xwe qedandine û Serkirdeyê Kurd Selahedînê Eyûbî roleke girîng di bipêşxistina wê de lîstiye.

Mesrûr Barzanî bangî zanayên olî kir ku belavkirina peyama sekuler diomînin. Li gorî gotina Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêwîst e civak zêdetir girîngiyê bide peyamên zanayên olî.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê her wiha tekezî li ser wê yekê kir ku nabe rê li ber belavbûna peyamên tundûtûj, qebûlnekirina hev û dijayetiyê were dayîn da ku em ber bi Kurdistaneke aramtir, seqamgîrtir û avedantir ve biçin.

 

Ev nûçe bi tevahî 13 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:15:06