Netanyahu: Êrişên me bi dawî nebûne

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu amaje pê kir ku "êrişên Îsraîlê bi dawî nebûne" û îdia kir ku "hinek ji dijminên wan hewl didin xwe kom bikin da ku careke din êriş bikin."

13 Cotmeh 2025 - 11:10
13 Cotmeh 2025 - 11:10
 0
Netanyahu: Êrişên me bi dawî nebûne

Netanyahu di peyameke vîdeoyî de da zanîn ku ew ji nîqaş û dubendiyên navxweyî yên di civaka Îsraîlê de haydar e û ji bo ku ev yek li pey bimîne banga "yekîtiya neteweyî" kir.

"Hinek dijminên me hewl didin xwe kom bikin"

Netanyahu anî ziman ku karê artêşa Îsraîlê û êriş bi dawî nebûne û got:

"Li pêşiya me hîn pirsgirêkên mezin ên ewlehiyê hene. Hinek dijminên me hewl didin xwe kom bikin da ku careke din êrişî me bikin."

"Me serkeftinên dîrokî bi dest xistin"

Netanyahu amaje bi berdana dîlên Îsraîlî yên li Xezeyê kir û îdia kir ku wan "serkeftinên dîrokî" bi dest xistine.

Wî her wiha diyar kir ku di encama van de derfetên mezin derketine holê û ew dê ji wan sûd werbigirin.

 

Ev nûçe bi tevahî 9 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:15:01