Mesrûr Barzanî nêzîkî du milyar dînar ji bo kêmkirina bandora lehiyê li Hewlêrê terxan dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo kêmkirina bandora lehiyê, razemendî li ser terxankirina nêzîkî du milyar dînar da.

2 Çile 2023 - 08:53
2 Çile 2023 - 08:53
 0
Mesrûr Barzanî nêzîkî du milyar dînar ji bo kêmkirina bandora lehiyê li Hewlêrê terxan dike

Di çarçoveya giringîpêdana Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de û berçavgirtina berjewendiyên giştî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî razemendî li ser terxankirina 1 milyar û 985 milyon dînar da, ji bo kêmkirina bandora lehiyê ya li gundê Gircotyar ê girêdayî Hewlêrê.

Ev pere dê bi awayê nextî û bi qonax li ser bûdceya veberhênanê ya Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê were cîbicîkirin.

Rêgirtin li rabûna lehiyê û kêmkirina ziyanên wê, yek ji karên sereke yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, ji vê mebestê jî, tedbîrên curbicur digire.

Ev nûçe bi tevahî 1014 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:49:27