Wan di nava du rojan de du caran hejiya
Li navçeya Tuşba ya ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi hêza 4.1 pileyên rîxterê çêbû. Di nav du rojan de ev duyemîn erdhej e ku li wê parêzgehê çêdibe.

Navenda Şopandina Erdhejan a Rasatxaneya Kandilliyê, li ser hesabê xwe yê medya civakî ragihand ku îro Yekşemê 2ê Çileya 2023an di demjimêr 08:44 de li navçeya Tuşba ser bi parêzgeha Wanê erdhejeke bi hêza 4.1 pile çêbûye û li navçeyên derdorê jî hest bi erdhejê hatiye kirin. Li gor ku saziya navborî dibêje erdhej di kûrahiya 5 kîlometreyan de çêbûye.
Her wiha Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyê (AFAD) jî ragihandiye ku di demjimêr 08:44 de li navçeya Tuşba ya ser bi parêzgeha Wanê erdhejeke bi hêza 3.9 pile çêbûye.
Derbarê zerarên erdhejê de ti agahî ji aliyê saziyên fermî û rayedarên hikûmetê ve nehatine dayîn.
Li gor zanyariyên Rasatxaneya Kandilliyê doh 1ê Çileya 2023an jî li heman parêzgehê bi hêza 3.1 pileyên rîxterê erdhejek çêbûbû û kûrahiya wê jî 5 kîlometre bûye.
Nûvekirina herî dawî: 10:48:22